Fermandeyê kurd ê HSDê: Me xeta sor a Tirkiyê şikandiye, emê cardin jî bişkênin!
Di derheqê amedekariyên HSDê de li Rojavayê Kurdistanê ji bo kontrolkirina bajarê Cerablusê li, berdevkê fermî yê HSDê li Kobanî, Şervan Derwîş ji Radio Rûdawê re got:
Hêzên me ji bo her cihekî ku rêxistina DAIŞê lê hebe, amede ne berê xwe bidin wî cihî, lê ew gotinên ku dibêjin dê HSD bi piştevaniya Rûsya êrişî DAIŞê li Cerablusê bikin, ne rast in çimkî ti pêywendiyên me yên leşgerî bi Rûsya re nîne.
Li ser helwesta Tirkiyê, ku rojavayê çemê Ferat ji bo derbasbûna HSD (bi taybet YPGê) wekî xetek sor bi nav dike jî, Şervan Derwîş got:
Hêzên Sûriyeya Demokratîk, xeta sor a Tiriyê li bendava Tişrînê li başûrê Kobanî şikandin û dê li hinek cihên din jî bişkênin. Nerazîbûna Tirkiyê li hember kontrolkirina Cerablusê û rojavayê çemê Feratê, tê wê wateyê ku hikûmeta Tirkiyê piştgiriya DAIŞê dike.
Berdevkê HSDê li Kobanî, di bersiva vê pirsê de ku gelo li Kobanî hêzên amerîkî hene yan na, got: HSD beşek ji hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê bi seroktiya Amerîka ye û hemahengiya wan li gel hev di asteke bilind de ye.
Rudaw
