• Tuesday, 17 February 2026
logo

Davutoglu diçe Amedê

Davutoglu diçe Amedê
Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davutoglu hefteya bê diçe Amedê.

Serokê Şaxa Amedê yê AK Partiyê Muhammed Akar li Afyonkarahisar piştî 24emîn civîna rawêjkirin û nirxandinê ya AK Partiyê pirsên rojnamevanan bersivand.

Muhammed Akar diyar kir, Serokwezîrê Tirkiyê ligel 6 serokên rêxistinên AK Partiyê yên bajarê Bakurê Kurdistanê civinekê sûdewar pêk anî.

Akar ragihand, ji bo wî derfet çêbû ligel Ahmet Davutoglu bicive û behsa pirsgirêkên li bajarên Bakurê Kurdistanê bike.

Derbarê serdana Davutoglu bo Amedê de jî wiha got: “Biryara Birêz Serokwezîr serdana herêmê bike heye. Wî mizgîniya serdana bo Amedê da. Îhtimalek mezin hefteya bê dê serdana herêmê bike.”

Rudaw
Top