• Thursday, 19 February 2026
logo

Daxuyaniya Serokayetiya Herêma Kurdistanê ya di derbarê rewşa bajarê Efrînê

Gulan Media December 7, 2015 Nûçe
Daxuyaniya Serokayetiya Herêma Kurdistanê ya di derbarê rewşa bajarê Efrînê
Demeke dirêje bajarê Efrîn, ji aliyê rêxistinên tundrewên wekî Bereya Nusre û ewên din ve, tûşî dorpêç û gemaroyekî aborî û serbaziya tund û berfireh bûye. Hefteyeke ev gemaro tundtir bûye û bi vî awayî jî ranewestiyane û dest bi topbarana gund û bajarokên dewruberê Efrînê kirine. Eve li demek daye ku civaka navdewletî mijulî peydakirina çareseriyeke ji bo qeyrana Sûriye û ragirtina kuştinên li wî welatî.

Em weku Serokayetiya Herêma Kurdistanê gelek bi tundî şermezariya van karên nemirovane dikîn ku li xuşk û birayên me yên li Efrînê tê kirin. Li heman demî de nebûna xorek û derman gûmanên me zêdetir kirine ku hereşeyeke ciddî dixe ser jiyana niştecihên Efrînê. Ji bo wê yekê daxwazê ji civaka navdewletî û aliyên peywendîdar dikîn li asta berpirsiyaretiyên xwe da bin beranber bajarê xoregirê Efrînê û bi ciddî hewla rakirina wê gemaroyê bidin. Her wiha daxwazê ji rêxistinên xêrxwaziyên navdewletî dikîn kar ji bo gihandina pêdiviyên serekiyên jiyanê û vekirina rêyeke mirovî ya bi navê alîkarîkirina niştecihên navçeyê bikin.

Bi xuşk û birayên xwe yên xweragir yên li bajarê Efrînê û dewrubera wê radigihînîn ku em li gel êş û azarên we ne û ji bo hevkarîkirina we ewê ku ji destê bê kêmasiyê nakîn.

Serokayetiya Herêma Kurdistanê
07/12/2015

Top