• Thursday, 19 February 2026
logo

'Pêwîst e Barzanî wek serok bimîne'

Gulan Media October 29, 2015 Nûçe
'Pêwîst e Barzanî wek serok bimîne'
Serokwezîrê berê yê Iraqê Eyad Elawî dibêje: “Pêwîst e di wê qonaxa hesas de Mesûd Barzanî, serokatiya Herêma Kurdistanê bike.”

Ofîsa Serokwezîrê berê yê Iraqê û Serokê Fraksyona Hevpeymaniya Niştîmanî Eyad Elawî di daxuyaniyekê de ku ji Rûdawê re şandiye, tekezî li ser ewlehiya rewşa Başûrê Kurdistanê dike û radigihîne, ku di vê bareyê de wî ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Alîkarê duyem ê Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK) Berhem Ehmed Salih axiviye.

Eyad Elawî herwiha daye xuyakirin, ku bi mebesta parastina rewşa Başûrê Kurdistanê, ew li Bexdayê bi nûnerên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Tevgera Gorranê re jî civiyaye û di vê bareyê de bi wan re gotûbêj kiriye.

Di daxuyaniya Elawî de tê gotin: “Eyad Elawî ji ber dilsoziya xwe bo Herêma Kurdistanê, bi pêwîst dizane û her dibe ku Mesûd Barzanî di vê qonaxa hesas de Serokatiya Herêma Kurdistanê bike.”

Di daxuyaniyê de hat gotin, Elawî bi ti awayî bi Serokê Giştî yê Tevgera Gorranê Newşîrwan Mistefa re neciviyaye û tenê ligel Berpirsê Odeya Pêwendiyên Dîplomatîk a Gorranê Mihemed Tofîq Rehîm axiviye.

Li gor daxuyaniyê, Eyad Elawî dê piştî wergirtina çareseriya pizişkî û vegera Newşîrwan Misetfa ji derveyî welat, serdana Başûrê Kurdistanê bike.

Di beşeke din a daxuyaniyê de hat gotin: “Elawî destpêşxerî kiriye da ku navbeynkariyê di navbera aliyên kurdî de bike, bêyî ku Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ew kar jê xwastibe. Ew kar jî tenê bo parastina ewlehî, aramî û îstiqrara Kurdistana xweştivî kiriye. Bo yekîtiya Iraqê û gelê wê û bow ê çendê Elawî dê hevdîtinê ligel hemû aliyên Kurdistana Iraqê bike.”

Di çend rojên borî de hin nûçe belav bibûn ku behsa wê yekê dikirin ku PDKê daxwaz ji Eyad Elawî kiriye, di navbera aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê de navbeynkariyê bike, bi taybet piştî aloziyên wê dawiyê yên li Kurdistanê û dûrxistina wezîrên Gorranê ji kabîneya hikûmetê.

Roja duşema borî 26ê Cotmehê jî polîtboruya PDKê li ser heman miajrê daxuyaniyek dabû û red kiribû ku daxwaza navbeynkariyê kiribe.

Rudaw
Top