Kurdên Şebek daxwaz dikin raste rast hevkariya pêşmerge were kirin
Nunerên Kurdên Şebek li Washingtonê daxwaz dikin hevkariya pêşmerge were kirin.
Duh hijmareke nunerên Kurdên Şebek li Washingtonê daxwaz ji berpirs û rayedarên Koşka Spî kirin daku bi awayekî raste rast hevkariya hêzên pêşmerge di şerê dijî terorîstên DIŞIê de bike.
Kurdên Şebek herwiha daxwaza vê yekê dikin ku Amerîka û welatên din yên cîhanê bi awayekî raste rast çek û pêdiviyên leşkerî bo hêzên pêşmerge bişînin.
