• Thursday, 19 February 2026
logo

Konsulê Amerîka: PKKê karên terorîstî pêk aniye

Gulan Media September 21, 2015 Nûçe
Konsulê Amerîka: PKKê karên terorîstî pêk aniye
Konsulê Giştî yê Amerîka li Hewlêrê Matthias Mitman di daxuyaniyeke rojnamevanî de derbarê pêvajoya aştiyê li Tirkiyê ragihand ku, ew piştgiriyê li vegera wê pêvajoyê dikin. Herwiha got ku, PKKê karên “terorîstî” li Tirkiyê pêk aniye.

Matthias Mitman ragihand: “Em wan karên terorîstî yên PKKê li hember leşker û polîsên Tirkiyê şermezar dikin. Em di wê baweriyê de ne ku divê ew kar bên rawestandin.”

Mitman wiha got: “Em dibînin ku ji mafê Tirkiyê ye ku bergiriyê li xwe bike. Herwiha em dibêjin, pêwîst e pirsgirêka ku di nabera PKK û hikûmeta wî welatî de heye, bi rêya aştiyê were çareserkirin. Pêwîst e ew vegerin ser maseya diyalogê û nakokiyên xwe çareser bikin.”

Konsulê Giştî yê Amerîka li Hewlêrê derbarê pêwendiyên Tirkiye û Amerîkayê de wiha got: “Tirkiye niha beşdar e di şerê li dijî DAIŞê de. Herwiha binkeyên xwe yên asmanî xistiye xizmeta Amerîka û hêzên hevpeymaniya navdewletî li dijî DAIŞê.”

Matthias Mitman wiha domand: “Tirkiye bi xwe li Sûriyê dest bi operasyona li dijî DAIŞê kiriye. Em dibînin ku ev pêngavên han rast in. Emê berdewam bin li ser alîkariya Tirkiyê û hêvîdar im zû DAIŞ jinav biçe.”

Derbarê şerê Mûsilê û rola Hêzên Pêşmerge di wî şerî de, Mitman ragihand: “Amerîka pir giringiyê dide şerê li dijî DAIŞê û niha mijara ku herî zêde giringiyê didê, ev şer e.”

Matthias Mitman wiha got: “Ji dema ku ez bûme Konsulê Amerîka li Hewlêrê rojane pêwendî û hevahengiyê bi rayedarên pilebilind ên Herêma Kurdistanê û Wezareta Bergiriyê ya Amerîkayê re dikim. Di dema dawî de li ser astên bilind, berpirsên me hatin Hewlêrê û niha gelek hewlan didin bo rizgarkirina Deşta Mûsilê û wî bajêrî.”

Mitman wiha domand: “Em perwerdeya leşkerî didin hêzên Iraqê û Hêzên Pêşmerge, ji ber ku dê bibin ew hêza bejayî ya ku dê biçe deşta Mûsilê û bajarê Mûsilê jî û li wir şerê DAIŞê bikin. Em rojane operasyonên asmanî li dijî DAIŞê pêk tînin. Ev zêdetirî salekê ye ku em wan êrişan pêk tînin û emê berdewam bin jî li ser şikenandina wê rêxistinê.”

Derbarê pilana girtina Mûsilê û deşta wê de, Konsulê Amerîka wiha axivî: “Ez nikarim hûrgiliyan bidim we, tenê dikarim bêjim, em hewl didin ku xelkên sivîl di wî şerî de kêmtirîn ziyanan bibînin. Herwiha em hewl didin ku gelek alîkariyên mirovî ji wan sivîlan re bidin hev û piştre bilez bigihînin wan, ku divê li cihekî werin hewandin heta dema ku vegerin cih û malên xwe.”

Herwiha derbarê rewşa Sûriyê de jî, Matthias Mitman ragihand: “Em dixwazin li Sûriyê jî navçe û bajarên di bin destê DAIŞê de rizgar bikin. Bêguman hêzên kurdî yên li wir dê rola wan di vê yekê de hebe. Em dixwazin bilez ev yek pêk were.”

Di bersiva pirseke Rûdawê de derbarê pirsa koçkirina kurdên êzîdî û şebek û mesîhiyên Kurdistanê û nêrîna Amerîka li ser rewşa pêkhateyên li Başûrê Kurdistanê de, Mitman wiha got: “Em hewl didin ligel civaka navdewletî alîkariyên mirovî ji wan hemû aliyên ku ji bin destê DAIŞê reviyane û berê xwe dane Kurdistanê, peyda bikin.”

Herwiha derbarê pirseke dinî peyamnêrê Rûdawê derbarê peyama konsulê Amerîka bû wan kesên ku ji Kurdistanê bar dikin û diçin Ewropayê, Matthias Mitman wiha got: “Civaka nadewletî ha ji rewşa we heye, em her tiştî dikin ku ji destê me bê, da ku alîkariya we bikin, herwiha çi ji destê me bê, emê ji bo ku DAIŞ were şikestin û hûn vegerin ser cih û malên xwe.”

Rudaw
Top