Tirkiyeyê 53 koçberên Iraqê dersînor kirin
Li gor zanyariyan, hêzên sînorparêzn ên Tirkiyeyê li ser sînorê Tirkiye û Sûriyeyê nêzîkî gundê Guvçeçî ya girêdayî Yaylax hejmarek koçberên neyasayî yên Iraqê girtin.
Hat ragihandin, di nava girtiyan de zarok û jin jî hene.
Li gor zanyariyan, Tirkiyeyê ew hemû 53 koçber piştî rêkarên yasayî dersînor kirin û vegerandin Iraqê.
