Îran: Em 'Kurdistana Serbixwe' naxwazin!
Şandeke Odeya Bazirganî ya Silêmanî û Rêveberiya Germiyanê ji Başûrê Kurdistanê ve çûn parêzgeha Kirmaşanê ya Rojhilatê Kurdistanê da ku pêwendiyên bazirganî yên Başûrê Kurdistanê ligel Îranê xurt bikin.
Şanda Başûrê Kurdistanê ji aliyê rayedarên îranî ve hat pêşwazîkirin û li hotêla Şaylî ya bajarê Kirmaşanê xwarina êvarê ji wan re hat rêxistin.
Di mersima xwarina êvarê de her yek ji Cîgirê Serokê Odeya Bazirganî ya Silêmaniyê Yasîn Rehîm Ferec, Serokê Şaredariya Kelar Eta Mihemed Salih, Nûnerê Rêveberiya Germiyan, Konsulê Iraqê li Kirmaşanê û herwiha Parêzgarê Kirmaşanê amade bibûn.
Berpirsên Îranê û Başûrê Kurdistanê û herwiha Konsulê Iraqê yê li Kirmaşanê li ser maseyekê li dora hev civiyabûn û li ser maseyê Ala Kurdistanê li tenişt ala Iraqê û îranê hatibû danîn.
Cîgirê Serokê Odeya Bazirganî ya Silêmaniyê Yasîn Rehîm Ferec ji Rûdawê re got: “Ala Kurdistanê bo yekemcar e ku bi fermî li ser maseya civînê tê danîn û ew yek nîşan dide ku Komara Îslamiya Îranê giringiyek temam bi Başûrê Kurdistanl dide û dixwaze pitir pêwendiyên navbera her du aliyan xurt bibin.”
Serkonsulê Komara Îslamiya Îranê li Silêmaniyê Mensûr Salihfer jî ji Rûdawê re axivî û ragihand: “Danîna ala Kurdistanê tê wê wateyê ku Îran dixwaze bibêje, em giringiyek temam didin Başûrê Kurdistanê ji her aliyekê ve, çimkî pêwendiyên dîrokî û kevnar ên bazirganî û kulturî di navbera me de hene.”
Salih Fer herwiha got: “Em dixwazin yekparçeyiya Iraqê biparêzin. Em naxwazin Herêma Kurdistanê ji Iraqê veqete, çimkî di dema niha de ew kar nebaş e. Eger siyasiyên kurd hizir ji cudabûnê jî nekin baştir e.”
Alîkarê Rêveberê Giştî yê Tendirustiya Germiyanê Hêmin Hisam jî ku bi şanda Başûrê Kurdistanê re serdana Îranê kiriye, ji Rûdawê re ragihand: “Em û nûnerên parêzgeha Silêmaniyê dixwazin di dema civînên me yên ligel şanda Parêzgeha Kirmaşanê de tekez li ser wê yekê bikin ku ew kelûpelên ku dişînin Başûrê Kurdistanê, pêwîst e di baştirîn cure kelûpelan bin. Bi taybet jî xwarin û şîrînahî, pêwîste wan kelûpelan hinardeyê Kurdistanê bikin ku rûniştvanên Îranê bi xwe jî wan bi akr tînin, nek wan kelûpelên ku bo bazirganiyê tên çêkirin.”
Hêmin Hisam herwiha got: “Gerek li ser wan kelûpelên ku Îran hinardeyê Başûrê Kurdistanê dike, bi her sê zimanên kurdî, îngilîzî û erebî agahiyên derbarê wê kelûpelê de hatibe nivîsandin.”
Biryar e roja şemî 19ê Îlonê şanda Başûrê Kurdistanê ligel Odeya Bazirganî ya Parêzgeha Kirmaşan a Rojhilatê Kurdistanê bicive û piştre serdana kargeha çîmentoya Samanê Xerb, Parzûngeha Petrolê ya Kirmaşanê û kargeha Şîrînahiyan a Kirmaşanê bike.
Rudaw
