• Thursday, 19 February 2026
logo

Partiyên Başûrê Kurdistanê heştemîn car dicivin

Gulan Media September 17, 2015 Nûçe
Partiyên Başûrê Kurdistanê heştemîn car dicivin


Pênc partiyên sereke yên Başûrê Kurdistanê (PDK, YNK, Goran, Komel û Yekgirtû) bi armanca giftûgoya ser pirsa serokatiya herêmê, îro heştemîn car kombûn.

Ev civîn jî weke weke çend civînên berî di Hola Said Ebdullah de di demjimêr 11:00 destpêkir.

Li gor agahiyan di vê civînê de YNK, Goran, Komel û Yekgirtû du pêşniyazan didin PDK’ê. Pêşniyar jî ev in; Serokê Herêmê di nava parlamenê de bê hilbijartin û desthilatên wê jî zêdetir be. Yan jî Serokê Herêmê ji aliyê gel ve bê hilbijartin lê desthilatên wê bêne kêmkirin.

Her çar partiyên ku dixwazin serok di nava parlamenê de bê hilbijartin, doh jî civîna xwe li Silêmaniyê pêkanîbûn.

Tê çaverêkirin ku di cîvîna îro de biryarek derbikeve.

Basnews
Top