Heftiya bê hikûmet li ser pêdawîstiyên pêşmerge dicive
Wezîrê pêşmerge raporek li ser zaniyariyên dawiyê û pêşhateyên şerê dijî terorê û serkeftinên berdewamên pêşmergeyê Kurdistanê bi ser terorîstan de pêşkeşî civînê kir û got ku morala pêşmerge bilinde û dirbên giran li terorîstan didin û terorîstên DAÎŞ berdeam paşde direvin.
Wezîrê karûbarên pêşmerge got ku, piştî 11 mehan ji şerê dijî terorîstên DAÎŞê, niha pêşmergeyê Kurdistanê zêdetir tecrûbe peyda kiriye û bi hevkarî û hevahengiya digel hevpeymanan, bi taybetî piştevaniya asîmanî, bi moraleke bilind rûbirûyê terêrîstan dibin. Di raporê de pirsgirêk, daxwazî û pêdawîstiyên pêşmerge hatine destnîşan kirin.
Nêçîrvan Barzanî, ji bona qorbanî û qaremaniya pêşmerge ku rojnae ji bo bergirîkirin ji xelk û hevwelatiyên Kurdistanê didin, sipasiya pêşmerge û wezareta karûbarên pêşmerge kir û ragehand ku heftiya bê aliyên peywendîdar dê civîneke taybet li ser daxwaz û pêdawîstiyên pêşmerge, weke di rapora wezareta pêşmerge de hatine diyar kirin,saz bikin.
Wezîrê aborî û darayî yê hikûmeta herêma Kurdistanê behda dahatiniyê pêşbînkiryê mehên bên yên sala 2015ê kir û got ku divê di pêşiyê de miaş bê dabîn kirin û tekîd liser wê yekê hat kirin divê çavkaniyên darayî bên dabînkirin û miaş bê dabeş kirin û miaşê tu kesan nafewite.
Di civîna civata wezîrên herêma Kurdistanê de behsa pirsa koçkirina gêncan bo derve hat kirin û wezîrê kar û karûbarên civakî û wezîrê rewşenbîrî û gêncan, çend zaniyarî û data xistin ber destê beşdarên civînê û di vî warî de Nêçîrvan Barzanî zelal kir ku hikûmeta herêma Kurdistanê vê pirsê gelek bi giringî werdigire û ji bona vê yekê jî wezareta kar û karûbarên civakî di demek nêzîk de bi beşdariya aliyên peywendîdar û pisporên biyanî, konferensekê saz bikin ji bona amadekirina pilanên pêwîst.
Serokwezîr, li dor pirsa reforman jî got ku çaksazî beşeke ji karnameya hikûmetê ye û berê jî ji bona çaksaziyê gavên cidî hatine avêtin, reform di hemû waran de û li ser bingehekî waqiî û li gor pirojeyekî saxlem berdewma dibin.
Qubad Talebanî cîgirê serokwezîrê herêma Kurdistanê, behsa pêngavên hikûmetê yên di warê çaksaziyê de avêtine kir û got ku, komîteyeke pispor ji serokatiya civata wezîran û wezaretên peywendîdar mijûlî komkirina zaniyarî û datayên pêwîstin ji bo reorganîzekirina pirsa mişa û dermaleyan bi awayekî adil û di çarçoveya qanûnê de û ev jî dê bibe beşk ji pirojeyê şaksaziyê .
