Amerîka dixwaze herêma Kurdistanê giraniya xwe bide ser şerê dijî DAÎşê
Di civînekê de pêşhatên dawiyê yên rewşa Îraqê û herêma Kurdistanê, bi taybetî rewşa emnî û şerê dijî terorîstên DAÎŞê û serkeftinên pêşmergeyê Kurdistanê li bereyên cenga dijî terorîstan û ew şikestinên terorîstan xwarine, hatin gotûbêjkirin û di vî warî de şandeya mêvan tekîd li ser wê yekê kir ku Amerîka dê li ser pêşkeşkirina hevkarî û alîkariyan bo pêşmergeyê Kurdistanê berdewam be û got jî ku hevahengiya navbera Îraq, herêma Kurdistan û Amerîkayê gelek giringe.
Li dir pirsa serokatiya herêma Kurdistanê jî, şandeya Amerîkayê piştgiriya xwe ji bo berdewamiya danûstandinên navbera aliyên siyasiyên herêma Kurdistanê diyar kir û tekîd kir ku baştire herêma Kurdidtanê di vê qonaxê de giraniya xwe bide ser şerê dijî terorîstên DAÎŞ û hêvî xwestin di demek nêzîk de aliyên siyasiyên herêma Kurdistanê li ser vê pirsê li hev bikin.
Nêçîrvan Barzanî sipasiya sefîrê Amerîka li Îraqê û arteşa Amerîkayê kir ku heta niha gelek bi başî hevkarî û alîkariya hêzên pêşmergeyên Kurdistanê kiriye, lê ji bona azadkirina wan deverên di bin destê DAÎŞê de mane, pêwîste Amerîka û hevpeymanan zêdetir alîkariya pêşmerge û arteşa Îraqê bikin.
Serokwezîrê herêma Kurdistanê got ku li ser pirsa seroaktiya herêma Kurdistanê danûstandin di navbera aliyên siyasiyên herêma Kurdistanê de berdewamin û hemû alî bi cidî kar dikin ku bi hev re bigihin lihevhatinekê ku di berjewendiya xelkê Kurdistanê û aramiya herêmê de be, bi tyabetî di vê qonaxê de ku hêza pêşmerge û serokê herêma Kurdistanê ewlewîyat bi şerê dijî terorîstan didin.
Têkeliyên navbera Hewlêr û Bexdayê û berdewamiya danûstandinan ji bona çareserkirina pirsên hilawîstiyên navbera her du aliyan de, rewşa Rojhilata Navîn û dewletên cîran hin mijarên din yên civînê bûn.
