• Thursday, 19 February 2026
logo

Berpirsê Pêwendiyên Derve yên PDKê: Divê PKK rê bide HDPê

Gulan Media September 15, 2015 Nûçe
Berpirsê Pêwendiyên Derve yên PDKê: Divê PKK rê bide HDPê
Berpirsê Pêwendiyên Derve yên PDKê Hêmin Hewramî, diyar kir ku divê pirsgirêka kurd bi rêkên aştiyane were çareserkirin û ji PKKê jî xwest, rê bide HDPê ji bo ku bikaribe xebata siyasî bike.

Şandeke PDKê bi serokatiya Sekreterê Polîtburoya PDKê Fazil Mîranî, çend roj berê çûbû Enqerê û tevlî kongreya AKPê bibû. Şanda PDKê piştî kongreyê, dest bi hevdîtinên digel partiyên siyasî kiribû.

Berpirsê Pêwendiyên Derve yên PDKê Hêmin Hewramî, li ser wan hevdîtinan, ji Rûdawê re axivî û got, me bi HDP û CHPê re hevdîtin kiriye û emê bi AKPê re jî hevdîtin bikin.

Hêmin Hewramî li ser naveroka wan hevdîtinan jî agahî da û got, di hevdîtinan de me behsa rewşa niha ya Tirkiyê kir. Me nêrînên xwe li ser bûyerên ku niha li Bakurê Kurdistanê diqewimin, ji wan re vegotin her wiha me behsa çawaniya sekinandina şer û rijandina xwînê kir. Mijareke din a hevdîtinan jî baştirkirina pêwendiyên aborî yên Herêma Kurdistanê û Tirkiyê bû.

Hewramî da zanîn ku di civîna wan û CHPê de, Wezîrê Derve yê Tirkiyê Ferîdûn Sinirlîoglu jî beşdar bibû û got, Sinirlîoglu ji me re got ku Tirkiye dê pêwendiyên xwe bi Herêma Kurdistanê re xurttir bike her wiha dê hinartina petrola Kurdistanê zêdetir bike. Wezîrê Derve yê Tirkiyê diyar kir ku ti dijminahiyeke dewleta Tirk bi kurdan re nîne.

Wî rayedarê PDKê anî ziman ku HDP û CHPê ji şanda PDKê xwestine, aliyên şer razî bike ku şer bidin sekinandin û pêşiya vê xwînê were girtin û got, ewa ku niha li Tirkiyê çêdibe, li dijî bangawaziya Ocalan a Newroza 2013ê ye ji ber wê jî em hêvîdar in her du alî vegerin ser maseya diyalogê.

Hêmin Hewramî destnîşan kir ku divê dewleta Tirk, meselaya kurd ji şerê li dijî PKKê veqetîne û got, divê pirsgirêka kurd bi awayekî aştiyane were çareserkirin û PKK jî rêya xebata siyasî bide HDPê.

Berpirsê Pêwendiyên Derve yên PDKê behsa hilbijartinên 1ê Mijdarê jî kir û got, eger beriya hilbijartinan agirbest were ragihandin HDP dê bi şansek zêdetir tevlî hilbijartinan bibe.

Hêmin Hewramî kuştina sivîlan ji aliyê hêzên Tirk ve jî şermezar kir û got, emkuştina sivîlan, çi li Bakur çi li Başûr, bi tundî şermezar dikin. Mixabin li hinek bajarên Tirkiyê, kurd ji ber kurdbûna xwe rastî êrişan tên.

Hewramî anî ziman ku Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî ti carî negotine “PKK terorîst e” çimkî parastina mafê gelê Kurdistanê, terorîzm nîne.

Rudaw
Top