Li Mûşê teqîn – 12 leşkerên Tirk birîndar bûn
Îro danê sibê li gundê Kavarê yê Mûşê û li nêzîkî rêya Mûş û Qulpê, bombeyek bi panêra leşkerî de teqiya.
Li gorî medyaya Tirkiyê, di bûyerê de panzer pelişî û 12 leşker jî birîndar bûn. Heta niha ti agahiyek li ser rewşa birîndaran nehatiye eşkerekirin.
Hat gotin, piştî bûyerê hêzên Tirk dest bi operasyonê kirin.
Rudaw
