400 keçên kurd ên êzîdî dibin Pêşmerge
Tevlîbûna keç û jinan di nava refên Pêşmerge de pêşketineke mezin e di kiltûra wê navçeyê de. Li devera Badînan hejmarek mezin ji keçan dixwazin bibin Pêşmerge. Lê Berpirsên Wezareta Pêşmerge ragihandin ku, eger deriyê nivîsandina navan vebe, dê bi desan keç navê xwe binivîsînin û tevlî rêzên Pêşmerge bibin.
Tabûrek Pêşmerge ji keçên Rojavayê Kurdistanê li Bendava Mûsilê li tenişt pêşmergeyên mêr erkê xwe yê pêşmergatiyê bicih tînin.
Berpirsa wê tabûra nû ya keçên kurdên êzîdî, jinekî êzîdî ye û navê wê Xatê Şingalî ye, behsa hizra damezrandina wê tabûrê kir û ragihand: “Piştî karesata Şingalê, min hizir dikir ku bi her awayekî be toleya kurdên êzîdî ji dijminê kurdan rakim. Di destpêka vê salê de me bi pêşmergeyekî kurdên êzîdî re ew hizir gihand serfermandarê Pêşmerge, ew jî li ser vê yekê razî bû.”
15ê meha yekê fermana avakirina wê tabûrê derket. Xatê wiha got: “Ji wê rojê de keç û jinên êzîdî pêwendiyê bi me re dikin, da ku ew jî bibin Pêşmerge.”
Ji mêj de li Silêmaniyê tabûreke taybet bi jinan heye, lê li devera Badînan ji ber çanda eşîretbûnê nû jinên wê deverê dixwazin wê çandê bişkînin û wek mêran tevlî rêzîn Pêşmerge bibin.
Xatê Şingalî wiha got: “Beriya bûyera Şingalê min wek hunermendekê, hem distra û hem jî li sazê dida, lê dema ku min dît ku zilmeke mezin li keç û jinên kurd ên êzîdî tê kirin, min biryar da ku bibim Pêşmerge. Di serî de em tenê çend heval bûn, lê piştre ew hejmar zêde bû û gihîşt 400 pêşmerge, ku hemû ji kurdên êzîdî ne.”
Wê hêzê cilên leşkerî wergirtine, carna li derdora Dihokê perwerdeya leşkerî dibînin, lê hêj bi fermî dest bi perwerdê nekirine. Xatê Şingalî ragihand: “Di demeke nêzîk de emê bi fermî dest bi rahênan û perwerdeyê bikin, piştre emê ji her erkekî re amade bin.”
Di êrişa DAIŞê ya par li ser Şingalê nêzîkî 5 hezar keç û jinên êzîdî ketin destê çekdarên DAIŞê, ku piraniya wan xelkê Koço û Herdan in.
Xatê wiha got: “Hinek ji wan keçên ku malbatên wan hêj di bin destê DAIŞê de ne, li cem me bûne Pêşmerge. Em dixwazin ew bi xwe toleya keç û jinên Koço û Herdan rakin.”
Di nava PKKê û tevahiya hêzên ser bi wê rêxistinê ve hejmarek mezin ji keçan hene. Li Rojavayê Kurdistanê yekîneyek taybet bi navê Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) heye, ku roleke berçav di şerê li dijî DAIŞê li Rojava dibîne.
Keçên nava PKKê nikarin mêr bikin, lê Xatê wiha got: “Jinên pêşmerge dikarin bizewicin û heta niha hinekan ji wan mêr kiriye. Her keçek bixwaze tevlî hêza me bibe, ez ligel malbata wê dikim, eger razîbin ez nû wan tevlî vê hêzê dikim. Normal e eger bizewicin, lê divê hevjînê wan zanibe ku ewê heta mirinê pêşmerge be.”
Dergehê wê hêzê bo hemû keç û jinên Kurdistanê vegirî ye da ku tevlî bibin. Xatê wiha domand: “Rast e em niha tenê keçên êzêdî werdugirin, lê deriyê me ji hemû keç û jinên Kurdistanê re vekiriye, da ku bergiriyê li hemû Kurdistanê bikin.”
Serfermandarê Pêşmerge Celam Îmînkî ji Rûdawê re ragihand: “Eger em derî vekin, dê hejmarek zêde ji keç û jinên Kurdistanê bibin Pêşmerge, lê em niha nikarin hejmara wan zêde bikin.”
Rudaw
