Esed pilana Birîtanya bo dûrketin ji desthilatê red kir
Malpera rojnmaeya The Guardian a birîtanî belav kiriye,ku Serokê Sûriyeyê Beşar Esed amade nebûye pêşniyara Wezîrê Derve yê Birîtanya pesend bike ku amaje bi avakirina hikûmetek demkî û dûrxistina Esed pişyî 6 mehan dike.
Wezîrê Derve yê Birîtanya bo dawî hatin bi kirîza Sûriyeyê ew pêşnyar arasteyê hikûmeta Sûriyeyê û aliyên din kiribû.
Wezîrê Ragihadina Sûriyeyê Omran Elzûbeyî derbarê vê mijarê de ji rojnmaeya Guardiyan a birîtanî re got: Çi kesekî rê daye Wezîrê Derve yê Birîtanya ku li cihê xelkê Sûriyeyê demê bo man an nemana serokê wan destnîşan bike.
Eûbeyî herwiha daye xuyakirin, Sûriye tekane welat e ku li dijî dewleta Xelafeta Îslamiya DAIŞê şer dike û guvaşxistin li ser Esed ji bo ku dest ji desthilatê berde, karekî nalojîkî ye.
Elzûbeyî herwiha tekez kiriye ku welatên Ewropayî û Amerîka gerek ligel pirsgirêka koçberan tevbigerin û wê pirsgirêkê çareser bikin ji ber ku wan welatan bi rêya siyasetên xwe ew kirîz çê kirin.
