• Thursday, 19 February 2026
logo

Partiyên Başûrî ji bo cara heftemîn li ser kirîza serokatiyê dicivin

Gulan Media September 13, 2015 Nûçe
Partiyên Başûrî ji bo cara heftemîn li ser kirîza serokatiyê dicivin
Partiyên şirîkên hikûmetê yên Başûrê Kurdistanê dê ji bo cara heftemîn li ser kirîza serokatiyê li hev bicivin. Li gorî hinek partiyan, civîna îro dê “hinekî” partiyan nêzîkî hev bike.

Kirîza serokatiya Herêma Kurdistanê heta niha jî didome û partiyên şirîkên hikûmetê dê îro cardin li ser wê kirîzê bicivin.

Heta niha Amerîka, NY, Ewropa û Îranê hewl dane di çareserkirina kirîza serokatiyê de alîkariya partiyên Başûr bikin lê heta niha ew hewl û hevdîtin negihîştine ti encamekê.

Tê gotin ku di civîna îro de Yekgirtûya Îslamî dê pêşniyareke nû pêşkêşî partiyan bike lê li ser naveroka wê pêşniyarê ti agahiyek nehatiye eşkerekirin.

Welatiyên Başûrê Kurdistanê jî ji wan civîn û hevdîtinên bê encam, bê zar bûne.

Nakokiya sereke ya partiyan, şêwaza hilbijartina Serokê Herêma Kurdistanê ye. PDK dibêje bila ji aliyê gel ve were hilbijartin lê YNK, Gorran, Yekgirtû û Komela Îslamî dibêjin bila ji aliyê parlamentoyê ve were hilbijartin.

Rudaw
Top