• Thursday, 19 February 2026
logo

Li Sûra Amedê dîsa derketina derve hat qedexekirin

Gulan Media September 13, 2015 Nûçe
Li Sûra Amedê dîsa derketina derve hat qedexekirin
Dewleta Tirk cardin li navçeya Sûrê ya Amedê derketina derve ji bo welatiyan qedexe kir.

Walîtiya Amedê ragihand, îro ji saet 05:00 ve derketina derve li navçeya Sûr qedexe ye.

Peyamnêrê Rûdawê li Amedê Mahîr Yûksel jî ragihand, walîtiyê bi hêceta “tijîkirina xendeqan” derketina derve qedexe kiriye.

Peyamnêrê Rûdawê her wiha diyar kir, hefteya borî jî li Sûrê derketina derve hatibû qedexekirin lê wê demê li Sûrê du polîs hatibûn kuştin.

Rudaw
Top