Li Şirnexê teqîn; 2 polîs hatine kuştin
Li bajarê Şirnexê, bi otomobîlek bombebarkirî li dijî xalekê pişkinînê ya polîsên Tirkiyê êrîşek pêk hat û di encam da 2 polîsan jiyana xwe jidest dan û 5 polîs jî birîndar bûn.
Îro danê sibê di demjimêr 05:30 de, li ser rêya Şirnex û Qilebanê, gerîlayên PKK’ê bi otomobîlek bombebarkirî, êrîş birin ser xala pişkinîn û kontrolê ya polîsan. Piştî teqîna bombeyê gerîlayan bi çekên lûledirêj êrîş pêkanîn û pevçûn derket.
Di encama vê êrîşê de 2 polîsên Tirkiyê jiyana xwe jidest dan û 5 polîs jî birîndar bûn. Birîndar rakirin nexweşxaneya dewletê ya Şirnexê.
Lê belê nehate zanîn ka di otomobîla bombebarkirî de çend kes hebûye.
Hate gotin ku piştî vê êrîşê jendermeyên Tirkiyê li herêmê bi alîkariya helîkopterên kobra operasyon dane destpêkirin.
Basnews
