• Thursday, 19 February 2026
logo

Serok Barzanî pêşwaziya Konsolê Giştiyê nû yê Almanya li Hewlêrê kir

Gulan Media September 13, 2015 Nûçe
Serok Barzanî pêşwaziya Konsolê Giştiyê nû yê Almanya li Hewlêrê kir
Roja şemî 12.09.2015 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Mark Ayşhorn Konsolê Giştiyê nû yê Almanya li bajarê Hewlêrê kir.

Li hevdîtinê de Konsolê nû yê Almanya xweşhaliya xwe derbirî û ji bo rexsandina derfeta vê hevdîtinê gelek spasiya Serok Barzanî kir û bi şanaziyekî mezin wesif kir. Her wiha xweşhaliya xwe ji bo wergirtina erka nû ya wekî Konsolê Giştî yê Almanya li Kurdistanê ragihand û amadehiya xwe û welatê xwe jî pêşan da ku li hemû waran da peywendiyên xwe yên li gel Herêma Kurdistanê pêşbixin.

Konsolê nû yê Almanya ragihand ku ew dixwazin neku her li warên hevkariyên serbazî, belkû li hemû warên din da û bi taybetî jî pêşxistina aborî, hevkariya Herêma Kurdistanê bikin. Eve jî ragihand ku Almanya dizanê ku rewşa herî giran şerê Da'îş li ser milê Pêşmergeye, ji bo wê yekê mebesta wan ewe zêdetir hevkariya Pêşmerge bikin. Ji bo wan serkeftinên roja înê ya derbasbûyî li mîhwera Başûrê Kerkûkê de bi destanîne pîrozbahiyê jî li Serok Barzanî û Pêşmergeyên Kurdistanê kir.

Konsolê Almanya ragihand ku spasî Pêşmergeyên Kurdistanê dikin ku karîne metirsiya Da'îş kêm bikin û rawestînin, piştî niha jî li gel dostên me yên dinê li Ewrûpa erkekî me yê din dibê ku hewlên xwe yek bixîn û hevkar bîn ji bo geşbûna aborî ya li Herêma Kurdistanê, bo ku Herêma Kurdistanê, li vê navçeyê da mînakeke geş yê arame. Her wiha asoyekî rûn û geş li pêşketin û aramiya zêdetirê aborî jî bi xwe ve bibîne. Tekez jî kir ku gel û Hikûmeta Almanya niha û paşarojê jî her piştevanê gelê Kurdistanê dibin û hêviya paşarojeke geş jî ji bo Kurdistanê dixwazin.

Li beranber da Serok Barzanî ji bilî bi xêrhatina Konsolê nû yê Almanya, pîrozbahiya wergirtina wê erka nû ya li birêz Mark Ayşhorn kir û hêviya serkeftinê ji bo wan xwest.

Serok Barzanî peywendiyên di navbera gelê Kurdistanê û gelê Almanya bi dostane û mînakî wesif kir û amadehiya Herêma Kurdistanê jî ji bo pêşxistina zêdetirê peywendiyên li gel Almanya pêşan da. Her wiha spasiya gel û Hikûmeta Almanya jî kir ku li şerê dijî terorîstan da hevkariyeke bi bandor pêşkêşî hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê kir. Daxwaz jî kir peywendiyên di navbera her dû aliyan bêne berfirehtir kirin û destxweşiyê jî li wan hewlan kir ku bi mebesta pêşxistina aborî xistine bernameya karên xwe.

Top