• Thursday, 19 February 2026
logo

Cizîra Botan - Qedexeya derketina derve radibe

Gulan Media September 12, 2015 Nûçe
Cizîra Botan - Qedexeya derketina derve radibe
Walîtiya Şirnexê ragihand, qedexeya derketina derve li bajarê Cizîra Botanê yê Bakurê Kurdistanê xilas dibe.

Welatiyên Cizîra Botan jî ji wê yekê ditirsin ku piştî rabûna qedexeyê, dest bi girtina xelkê were kirin.

Ji roja 4ê Îlona îsal ve li bajarê Cizîra Botanê, qedexeya derketina derve didome û li wî bajarî şer û alozî heye.

Li gorî agahiyan, heta niha herî kêm 21 kesên sivîl ji aliyê hêzên polîs ve hatine kuştin.

Walîtiya Şirnexê jî duh bi şev ragihand, qedexeya derketina deve ji saet 7ê sibeha îro xilas bibe.

Peyamnêrê Rûdawê li Amedê Maşallah Dekak jî ragihand, welatiyên Cizîra Botan ji wê yekê bi fikar in ku piştî rabûna qedexeya derketina derve, polîs dest bi girtina welatiyên bike.

Heta niha nayê zanîn ka qedexe bi rastî rabûye yan na.

Rudaw
Top