Kurdê Merkel xemgîn kirî
Angela Merkel ji rojnameya Rheinische Postê re behsa kirîza koçber û penaberan kir û got xeniqîna zarokê ji Kobanî Alan Kurdî ew hejand.
Merkel anî ziman niha ew li rastî pirsgirêka herî mezin a 10 salên vê dawiyê hatine û wiha domand:
“Ji aliyekê ve pêwîst e em ji bo koçberên ku dixwazin bên Ewropayê nexeniqin hewl bidin û ji aliyekê din ve divê em penaberên hatîn Ewropayê ku hejmarek zêde ne, entegre bikin.”
Şêwirmenda Almanyayê li ser pirsa “Almanya salane dikare çend koçberan vehewine?” wiha bersivand: “Di vê mijarê de çênabe bi hêsanî hejmarek were dayîn. Makezagona ji bo penaber û qacaxiyên siyasî hejmarek diyar nekiriye. Ev yek ji bo kesên şerê navxweyî reviyan jî eynî ye.”
Rudaw
