• Thursday, 19 February 2026
logo

Li rojhilatê Hesekê YPG çend gund rizgar kirin

Gulan Media September 12, 2015 Nûçe
Li rojhilatê Hesekê YPG çend gund rizgar kirin

Yegîneyê Parastina Gel (YPG) hin deverên ku berî niha ji dest dabûn li gundeaweê Til Berak li rojhilatê parêzgeha Heseke carek din ji çekdarên DAIŞê baqijkirin û ji nûve ew dever kontirol kirin.

Çavkaniyek leşkerî ji gundewarê Hesekê ji BasNews re ragihand: Îro 11 Eylûlê Şervanên YPGê êrîş birin ser çekdarên DAIŞê li her yek ji gundên (Ricim Tifêhî, Mitalît û Xerîta) piştî ku YPGê doh ji wan gundan vegişya bûn di bin bandor êrîşa çekdarên DAIŞê de.

Çavkaniya BasNews tekez kir ku YPGê destê sibeha îro dest bi êrîşên xwe ji gelek aliyan kirin. Bi çekên Hawin û hin Rokêtên Destsazî û di encamp de Şervanên YPG hin gund û xalên girîn bidestxistin.

Li gorî zaniyariyên ber destê BasNews di encama van êrîşan de 6 çekdarên DAIŞê hatine kuştin û Şervanekî YPGl jî şehîd bûye. Di dema ku ji 3 rojên derbasûyî de şer û pevçûn li wan deveran berdewamin.

Basnews
Top