Konseya Ewropa: Bila rê bidin şandek çavdêr here Cizîrê
Rawêjkarê Mafê Mirovan a Konseya Ewropa Nils Muiznieks daxwaz kir ku şandek çavdêr ê serbixwe here navçeya Cizîrê û rewşê di cîh de kontrol bike.
Nils Muiznieks ragehand ku ji 4’ê Îlonê ve hatinûçûna Cizîrê qedexeye û hêzên ewlekariyê dorpêç danîne ser navçeyê û diyar kir ku êrîşên li ser xelkê sivîl jî cihê nîgeraniyê ye.
Muiznieks diyar kir kir ku ew ne li dijî operasyonane lê belê ji bo ev operasyon yasayî bin divê ji aliyê dadgehan ve baş bêne lêkolîn kirin.
Rawêjkarê Mafê Mirovan diyar kir ku daxuyaniyên fermî yên berpirsên dewletê ne besin û divê nûnerên mafên mirovan bikarin herin navçeyê û rewşê bibînin.
Eve hefteyeke li navçeya Cizîra Şirnexê di navbera endamên baskê ciwanên PKK’ê YDGH û hêzên ewlekariya Tirkiyê de şer û pevçûn hene. Bi fermana parêzgariya Şirnexê hatin û çûna navçeyê qedexeye. Tê gotin ku hejmarek zêde yê xelkên medenî di encama gulebarana polîs û eşkeran de hatine kuştin û birîndar kirin.
