• Thursday, 19 February 2026
logo

Operasyona Kerkûkê- Hejmara şehîd û birîndaran

Gulan Media September 11, 2015 Nûçe
Operasyona Kerkûkê- Hejmara şehîd û birîndaran
Di operasyona îro ya Hêzên Pêşmerge de 13 gund li navçeya Daquq a başûrê Kerkûkê ketin destê Hêzên Pêşmerge de. Herwiha hejmarek Pêşmerge şehîd û birîndar ketin.

Peymnêrê Rûdawê ji nava Pêşmerge ragihand ku, îro serê sibehê operasyona Hêzên Pêşmerge bo girtina 13 gundên navçeya Daquq dest pê kir û piştî nîvro bi girtina her 13 gundan bi dawî hat.

Li gorî peyamnêrê Rûdawê, operasyon ji 3 aliyan ve û bi piştevaniya balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî birêve çû. Hêzên Pêşmerge gundên Telrebe, Elbû Mihimed, 7 Nîsan û Şeibaniye û 9 gundên din xistin destê xwe de.

Balafirên hevpeymaniya navdewletî ji serê sibehê ve li cih û navendên DAIŞê dan. Ziyanên DAIŞê yên madî û canî gelek in.

Derbarê ziyanên Pêşmerge di vê operasyonê de, peyamnêrê Rûdawê Hîwa Husamedîn ragihand: “Di encama teqîna hejmarek bombên vedayî û avêtina guleyên nîşançiyan 8 Pêşmerge şehîd ketine û zêdetirî 20an jî birîndar bûne.”

2 nexweşxaneyên gerok birine eniyên şer bi dermankirina birîndaran. Ew nexweşxane ji aliyê pijîşkên amerîkî ve tên birêvebirin.

Sekreterê Partiya Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Kerkûkê Mihemedê Hacî Mehmûd di operasyona îro ya Hêzên Pêşmerge li Daquq de ligel 7 pêşmergeyên din birîndar bûye, lê rewşa wî baş bû û dîsa vegeriyaye eniya şer.

Endamê Serkirdatiya Partiya Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê Adil Mela Salih ragihand: “Yek ji wan pêşmergeyên ku ligel Mihemedê Hacî Mehmûd birîndar bibûn, bi navê Şewket Mihemed ku bi giranî birîndar bibû, şehîd bû.”

Rudaw
Top