Daxuyaniya Serokayetiya Herêma Kurdistanê ya di derbarê şer û tundutîjiyên navçeyên Cizîrê û Silopî
Ev rûdaw cihê guman û diltengiya meye. Bi mixabinî ewê ku tirsa jê hebû ku şer destpêbike wiha rû dide. Me ji destpêkê ve ragihandiye ku şer tenê dibê sedema xwînrijandinê û karesatan pêktîne û qurbanî zêdetir dibin û tirsa mezin eweye ev şer berev ewe biçê li ser pênaseyê kuştin û kuştar rû bide ku eve dibê karesatekî mezin.
Gelek xemgînîn ji bo vê xwînrijandinê û hevxemiya xwe bi kesukarên qurbaniyan radigihînîn. Hêvîdarîn hemû alî kûrtir bîr bikin û her çi zûtir vegerin ser masaya danustandinê û proseya aştî destpêbike. Dirêjekêşana şer rewşê aloztir dike û ji bilî zêdetir kirina hejmara qurbaniyan û kavilkariyê, tu çareseriyeke din pêre tûneye.
Serokayetiya Herêma Kurdistanê
11.09.2015
