• Thursday, 19 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî û Jan Kubis behsa hin mijaran kir

Gulan Media September 11, 2015 Nûçe
Mesrûr Barzanî û Jan Kubis behsa hin mijaran kir

Mesrûr Barzanî li gel nunerê Sekreterê NY civiya.

Duh Şêwermendê civata ewlekariya Kurdistanê birêz Mesrûr Barzanî pêşwaziya nunerê taybetî yê Sekreterê giştî yê NY yê li Îraqê Jan Kubis û heyeteke pê re kir.

Di destpêka hevdîtinê de heyeta mêwan jiber afirandina derfeta hevdîtina han û herwiha jiber hevkarî û hemahengiyên Kurdistanê spasiya Şêwermendê civata ewlekariya Kurdistanê kir û pişt re behsa prosesa siyasiya Îraqê, pêngavên Serokwezîrê Îraq û aloziyên heyî yên li deverê de kir û got: Mebesta me ji vê serdana han giftûgo kirin li gel rayedarên Kurdistanê ye jiber ku Kurdistan beşeke ji çareseriyê û nimûneyeke ber çave li deverê de.

Di berdewamiya hevdîtinê de Mesrûr Barzanî jî bixêr hatina heyeta NY kir û bi kurtî behsa kêşeyên dîrokî yên li Îraq û deverê kir û got: Kêşeya serekî ya li deverê de girêdayî bi setraktora Îraqê û ew bê baweriya bihêze ku di navbera aliyên siyasî û pêkhateyan deye lewre lawzime rêyeke nû were dîtin bo lihev kom kirina pêkhateyên han, jiber ku di dema diyar kirina sînorên deverê de pirs bi şînî û xelkên wan deveran nehatiye kirin lewre lazime ku civaka cîhanî roleke ektîftir bilîze û bi siyaseteke serdemiyane tev bigere.

Derbarê pêngavên Serokewzîrê Îraqê de jî Mesrûr Barzanî diyar kir ku lazime ev pêngavên han bi rawêj kirin û agehdar kirina pêkhateyên din werin cîhbicîhkirin û nabe reformên abûrî li ser hesabê reformên siyasî werinkirin û lazime ew her du reformên han bihevre werinkirin daku alozî û kêmaniyên heyî aloztir nebin.

Di berdewamiya axaftinên xwe de Barzanî behsa prosesa siyasiya Kurdistanê û şerê dijî terorîstên DIŞIê û ew hijmara zêde ya penaberan yên ku li Kurdistanê dene kir û got: Ew tişta ku niha li Kurdistanê de heye nimûneya pêgehêştî bûna prosesa demokrasiya Kurdistanê ye, lêbelê nêrînên cuda li hember kêşeyan hene lewre veger bo gel û îradeya gel baştirîn bijardeye bo çareser kirina kêşeyên heyî û ew yek zêdetir dîmokratîktire.

Barzanî di berdewamiya gotinên xwe de anî ziman ku aloziyên siyasî li Kurdistanê de ti bandorek li ser eniyên şerê dijî terorîstên DIŞIê nekiriye û hêzên pêşmerge û asayîşê bi yekgirtî û hevbeşî erkên xwe cîhbicîh dikin û hêvî dikim ku aliyên siyasî jî lihev bikin.
Top