KCK: Roj roja serhildanê ye
Hevserokatiya Koneseya Rêvebir a KCKê di daxuyaniyekê de ragihand: “Dewleta Tirkiyê li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê gefa siyaseta xweferzkirinê destpê kiriye. Rojane di êrîşên dewletê de 5 yan 6 welatî têne kuştin, bajar û navçeyên Kurdistanê têne wêran kirin.”
Daxuyaniya Hevserokatiya KCKê amaje bi wê yekê jî kirye ku Cizîra Botan yek ji navendên dîrokî yên şoreş û xebatê ye. “Em îro dibînin ku ew bajar hatiye dorpêçkirin û di bin êrîşên giran de ye. Xanî û taxên bajar ji aliyê Hêzên Tirkiyê ve tên bombrbaran kirin û xelkê Cizîrê Tên kuştin, wan bêçî û perîşan dikin û bêhtirê kesên ku têne kuştin jî jin û zarokin. Deweleta Tirkiyê hemî rewiştên mirovahiyê binpê kiriye.”
Herwiha Hevserokatiya KCKê di daxuyaniya xwe de tekez dike: “Beramberî van êrîşan de, erkekî mezin dikeve ser milê gelê Kurdistanê de. Ne tenê li Bakur lê belê li Rojhilat, Başûr û Rojavayê Kurdistanê, li Awropa, Amenistan û Rûsiya jî pêwîst e gelê me li seranserî cîhanê serî hilde.”
Di dawiya daxuyaniya xwe de Hevserokatiya KCKê daxwaz ji kurdên Bakurê Kurdistanê kiriye ku dest bi serhildanê bikin û ber bi navçeya Cizîrê ve biçin.
Rudaw
