• Thursday, 19 February 2026
logo

Fermandarê Pêşmerge Hecî Mehmûd birîndar bû

Gulan Media September 11, 2015 Nûçe
Fermandarê Pêşmerge Hecî Mehmûd birîndar bû


Di dema operasyona Hêzên Pêşmerge ya başûrê Kerkûkê de mayinek di otomobîla Fermandarê Pêşmerge Mihemedê Hecî Mehmûd de teqiya. Di encam de Hecî Mehmûd û çend pasevanên wî bi sivikî birîndar bûn.

Operasyona Hêzên Pêşmerge li başûrê Kerkûkê bi armanca rizgarkirina gundên Daqûqê berdewame. Di dema operasyonê de bombekê çandî di otomobîla Fermandarê Pêşmerge yê Kerkûkê û Sekreterê Giştî yê Partiya Sosyalîst Demokratîk Mihemedê Hecî Mehmûd de teqiya.

Endamê Rêveberê partiya PSDK’ê Rifat Mihemed derbarê mijarê de ji BasNews re ragehand ku li nêzîkê gundê Elbu Mihemed de mayinek di wesayita Kake Heme de teqiyaye lê ew sivik birîndare.

Rifat Mihemed da zanîn ku piştî rûdanê Hecî Mehmûd bi telefonê ligel wan axiviye û gotiye ku rewşa başe, birînên wî sivikin û ew vedigere eniya şer.

Kurê Hecî Mehmûd, Eta Mihemed jî roja 26’ê Mijdara 2014’ê de li operasyonekê de li navçeya Tilwerd a ser bi Kerkûkê şehîd bibû.

Basnews
Top