Hilbijartina şaredariyên Efrînê dest pê kir
Îro (10ê mehê) li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê hilbijartinên şaredariyan tê kirin. Dengdanê saet 08:00 dest pê kir û dê saet 20:00 biqede.
Desteya Bilind a Hilbijartinan a Kantona Efrînê ragihandiye, di hilbijartinên îro de 126 hezar hilbijêr dikarin deng bidin û dê hevşaredarên 31 bajar û bajarokên Kantona Efrînê hilbijêrin.
Li gorî agahiyên Desteya Hilbijartinan, hejmara sindoqên ku hatine danîn, 295 in, tevahiya çavdêrên sindoqan jî welatiyên Efrînê û endamên Saziya Zimanê Kurdî ne.
Di hilbijartinên Efrînê de, namzedên PYD û Partiya Yekitiya Kurd li Sûriyê (El Wehdê) hevrikiyê dikin.
Rudaw
