• Thursday, 19 February 2026
logo

Serok Barzanî li gel heyeteke heyva sor ya Emaratê civiya

Gulan Media September 10, 2015 Nûçe
Serok Barzanî li gel heyeteke heyva sor ya Emaratê civiya

Serokê Kurdistanê pêşwaziya heyeteke heyva Sor ya Emaratên yekgirtî kir.

Duh li Selahedînê Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî pêşwaziya heyeteke heyva sor ya Emaratên yekgirtî yên Erebî bi Serokatiya Emîndarê giştî yê heyva sor Muhemed Etîq Elfelahî kir.

Di hevdîtinê de ku Konsulusê Emaratê yê li Hewlêrê jî tê de amade bû Elfelahî silav û rêzên Emîrê Emaratê Şêx Muhemed bind Ziyad Elnehiyan gehande Serok Barzanî.

Nav hatî herwiha behsa rewşa bihevre jiyanê li Kurdistanê de kir û ev rewşa han bi rewşeke gelek baş wesif kir û pesna rola Serok Barzanî di warê parastina pêkhateyan û bicîh kirin û hevkarî kirina penaberan û şerê dijî terorê da û rola Serok Barzanî di vê warî de bi roleke girîng wesif kir.

Heyet herwiha spasiya hêzên pêşmerge kir ku bi qurbanîdana xwe welat û asayîşa dever û cîhanê diparêzin.

Heyet di beşeke din ji axaftinên xwe de behsa hinek ji kar û çalakiyên heyva sor ya Emaratê kir û balkêşande ser ev kar û çalakiyên ku li Kurdistanê de bo hevkarî kirina penaberan cîhbicîh kirine.

Herwiha spasiya dezgeha xêrxwaziya Barzanî jî hate kirin ku di warê hevkarî kirina penaberan de roleke gelek girîng û serekî lîstiye.

Li hember de jî Serok Barzanî bi germî bixêr hatina heyeta mêwan kir û spasiya gel û hikûmeta Emarartên yekgirtî jî kir û kar û çalakiyên heyva sor jî bi girîgn wesif kir û ragehand ku gelê Kurd û hikûmeta Kurdistanê ti carî ew helwesta mirov dostane jibîr nake.

Top