Li Şemzînanê cenazeyên 7 gerîlayên PKKê hatin dîtin
Duh li nêzîkî gundê Garê yê bajarê Şemzînanê yê Bakurê Kurdistanê cenazeyên 7 gerîlayên PKKê yên di şerê vê dawiyê yên PKK û artêşa Tirkiyê de şehîd bibûn, hatin dîtin.
Hat gotin ku cenazeyên gerîlayên PKKê hatibûn parçekirin û li nav daristanê hatibûn avêtin.
Li gorî agahiyan, cenazeyên han, îro danê sibê ji nexweşxaneya Şemzînanê derbasî bajarê Meletiyê yê Bakurê Kurdistanê hatin kirin.
Rudaw
