Leyla Zana: Eger şer neyê sekinandin ezê dest bi rojiya mirinê bikim!
Leyla Zana îro danê sibê li navçeya Hezexê ya Şirnexê, di mîtînga HDPê de axivî û got, ez bang li hemû aliyên ku di destê wan de çek heye, dikim; eger ti kes guhdarî min neke wê çaxê ya baş ew e ku li şûna her roj miriyan bibînim, ez bixwe bimirim…
Zana ku bi dengekî kelogirî diaxivî, wiha domand: “Sed sal in em li hev didin û dimirin. Em xweparastinê dikin. Lê êdî bes e. Emê bi mirin û kuştinê, civak û wîjdan û paşeroja xwe pûç bikin. Yên ku min nas dikin dizanin, ez carekî dibêjim. Dema gotinek ji devê min derket serê min jî here ez paşde gav navêjim.”
Siyasetmedara kurd behsa pêvajoya çareseriyê jî kir û got, di wê pêvajoyê de Ocalan muxateb hat girtin, Qendîl muxateb hat girtin, parlamenterên HDPê muxateb hatin girtin û wiha axivî:
“Lê li aliyê din jî em hatin xapandin. Gotin; îro herin sibê werin! Gotin; ez ji aştiyê vê dizanin divê tu jî mîna min hizir bikî! Ev zihniyet heta niha jî gelê me qebûl nake. Eger vê zihniyetê ez qebûl bikirima îro deriyê Cizîra Botan bi ser min de nedigirt.”
Rudaw
