• Thursday, 19 February 2026
logo

Şandeke hevbeş a YNK û Goran dê bi PDKê re bicive

Gulan Media September 10, 2015 Nûçe
Şandeke hevbeş a YNK û Goran dê bi PDKê re bicive
Hat ragihandin, dê şandeke hevbeş a YNKê û Goranê ligel PDK bicive.


Bajêrvanê Baregeha Tevgera Goran li Helebce Nizar Mehmûd ragihand ku, biryare îro şandeya hevbeş a Tevgera Goran û Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistan`ê (YNK) bi Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) re bicivin.

Niza Mehmûd ragihand, dê şandeke Goran û YNK li Liqa 12 a PDK digel berpirsên wê partiyê bicivin û pakêta derbarê dabeşkirina postên parêzgeha Helebceyê de bi wan re gotûbêj bikin.

Mehmûd Herweha got: Civîn bo pêşkêşkirina pakêta hervbeşa YNK û Tevgera Goranî ye ku b bi riya civînê dê wê pakêtê arasteyê PDKê bikin û gotûbêjan li ser bikin.

Eve di demekê de ye ku, beriya çend rojan herdu aliyên YNK û Tevgera Goran digel her yek ji Komela Îslamî û Yekgirtûya Îslamî civiyabûn.
Top