Balyozgeriya DYA’yê êrîşên dawî şermerzar kir
Balyozgeriya Dewletên Yekgirtina Amerîkayê (DYA) ya Enqerê ji ser hesabê Twitterê bal kişand ser êrîşên li ser HDP û kurdan û da zanîn ku ew ji ber aloziya li Tirkiyê rû daye bi fikar in. Her wiha di Twîtterê de wiha hat gotin:” Bi taybetî em êrîşên ser partiyên siyasî û komên etnîkî şermezar dikin.”
Balyozgeriya DYA’yê piştî êrîşên ser dezgehên medyayî û partiyên siyasî yên li Tirkiyê daxuyanî belav kir. Ji ser tora civakî ya Twitterê Balyozgeriya DYA’yê ya Enqerê, li ser rûdanên dawî rawestiya û wiha got: “Ji nûçeyên li ser xwepêşandan tûndrew fikar tê kirin; bi taybetî em êrîşên ser partiyên siyasî û komên etnik şermezar dikin.”
Herwiha hat eşkerekirin ku divê polisên Tirkiyê nekevin bin kontrola hin partiyan û bêteref nêzîkî partiyan bibin.
Rudaw
