• Thursday, 19 February 2026
logo

YRKê ew nûçe red kir

Gulan Media September 9, 2015 Nûçe
YRKê ew nûçe red kir
Yekîneyên Parastina Rojhilatê Kurdistanê (YRK) red kir ku ti gerîlayên wan di şerê li dijî Hêza Pasdaran a Îranê de li Ormiyê hatibin kuştin an birîndarkirin.

Qeymeqamê bajarê Xoy yê Ormiyê beriya niha ragihandibû ku, roja Duşemê di navbera Pasdarên Îranê û gerîlayên PAJAK (balê PKKê li Rojhilatê Kurdistanê) de li nêzîkî Xoy derketiye û di encamê de 2 gerîla hatine kuştin û 5 jî birîndar bûne. Herwiha 2 pasdar jî di wî şerî de hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn.

Fermandarê YRK Rênas Roj ji ajansên ser bi PKKê re ragihand: “Me di wî şerî de 3 pasdar kuştin û 2 jî birîndar kirin.”

Rênas Roj wiha got: “Ti kuştî û birîndarên me nebûn. Piştî bidawîhatina wî şerî, topxaneyên Îranê gelekî navçe topbaran kirin.”

Di vê dema dawî de şer û pevçûn di navbera herdu aliyan de zêde bûna û bi dehan kes ji herdu aliyan ve hatine kuştin.

Meha borî, li navçeya Kamyaran 5 endamên hêza Pasdaran ji aliyê gerîlayê YRK ve hatin kuştin.

Rudaw
Top