‘Barzanî destpêşxeriyê bo bidawîbûna şerê PKK’ê û Tirkiyê dike’
Sererkanê Hêzên Pêşmerge Cemal Mihemed ragehand ku şer û pevçûnên li Bakûrê Kurdistanê her diçe aloziyê jî kûr dike, jiber vê yekê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî carek din dixwaze destpêşxeriyê bike û daxwaz dike ku herdu alî jî şer rabigrin.
Sererkanê Hêzên Pêşmerge General Cemal Mihemed bo BasNews ragehand ku şerê PKK’ê û dewleta Tirkiyê zirarê dide hemû aliyan û Herêma Kurdistanê jî di vî şerî de zerermend dibe.
Mihemed got şer nabe çareserî bo ti pirsgirêkan û mînaka Suriyê jî da û got: ”Eve mînaka Suriyê liber çav e. Bi milyonan mirov koçber bûne. Bi sed hezaran hatine Herêma Kurdistanê. Eve barê hemû aliyan giran dike.”
Cemal Mihemed diyar kir ku Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî jiber vê rewşê gelek nîgerane û wiha dirêjî da axaftina xwe: ”Berdewamkirina şerê PKK’ê û Tirkiyê rewşê xiraptir dike. Barzanî dixwaze herdu alî jî şer rabigrin. Dixwaze herdu alî jî berî ku rewş ji kontrolê derbikeve, ji nûve vegerin ser mêza giftûgoyan.”
Cemal Mihemed beriya niha jî diyar kiribû ku jiber şerê li sînorê Oremarê Hêzên Pêşmerge ketine amadebaşiyê.
Basnews
