• Thursday, 19 February 2026
logo

Tevahiya parlamenter û rayedarên HDPê diçin Cizîra Botanê

Gulan Media September 9, 2015 Nûçe
Tevahiya parlamenter û rayedarên HDPê diçin Cizîra Botanê
Hevserokê HDPê Selahedîn Demîrtaş eşkere kir ku hevserokên HDPê, parlamenter, berpirs û rayedarên wê partiyê ji bo şikandina qedexeya li ser bajarê Cizîra Botanê, dê biçin wî bajarî.

Selahedîn Demîrtaş îro li Amedê di daxuyaniyeke rojnamevaniyê de ragihand, ev 6 roj in qedexeya derketina derve û rewşa awarte li bajarê Cizîra Botanê didome û rewşa gel li wê derê pir şepirze bûye.

Demîrtaş da zanîn ku tevahiya parlamenter, berpirs û rayedarên HDPê ji bo şikandina wê qedexeyê dê serdana Cizîra Botanê bikin.

Selahedîn Demîrtaş bang li her kesî kir, tevlî wê meşa HDPê bibin û got, em hêvîdar in ev meşa me xêrandar be.

Nêzîkî hefteyekê ye bajarê Cizîra Botanê ji aliyê hêzên Tirk ve hatiye dorpêçkirin û derketina derve ji bo welatiyan hatiye qedexekirin.

Li gorî agahiyan, di heyama 6 rojên borî de 9 kes ji aliyê hêzên Tirk ve hatine kuştin.

Rudaw
Top