• Thursday, 19 February 2026
logo

“Ji Rojhilata Navîn re planek pêwîst e”

Gulan Media September 9, 2015 Nûçe
“Ji Rojhilata Navîn re planek pêwîst e”
Wezîrê Derve yê Fransa Laurent Fabius ragihand, ew dixwazin rêyeke çareseriyê ji şer û aloziyên Rojhilata Navîn re bibînin.

Îro 8ê Îlonê li bajarê Parîs bi beşdariya 60 welatan konfransek derbarê parastina kêmîneyên Rojhilata Navîn û şerê li dijî DAIŞê hat lidarxistin.

Wezîrê Derveyê Fransayê Laurent Fabius di dema birêveçûna vê konfransê de li Parîsê di daxuyaniyek taybet de ji Rûdawê re da xuyakirin, ew dixwazin çareseriyekê bo pirsgirêk û şerên li devera Rojhilata Navîn bibînin.

Laurent Fabius ji Rûdawê re ragihand: “Gerek hemû pêkhate û olên li Rojhilata Navîn mafên wan hebe û parastî bin. “

Fabius derbarê şerê li dijî DAIŞê de jî got: “Şerê DAIŞê û alozî tenê pirsgirêkên Rojhilata Navîn nînin, belku bi giştî pirsgirêkên Civaka Navdelwtî ne jî.”

Wezîrê Derve yê Fransayê tekez jî kir, ku planek û nexşerêyek pêwîst e da ku alîkarî bigihîjin xelkê navçeyan. Luarant Fabios herwiha da zanîn, ku di deman demê de pêwîst dike ku ew planên xwe cîbicî bikin.

Laurent Fabius wiha got: “Me di warê alîkariyên mirovî û şerê li dijî tundrewan çareserî heye. Lê belê me nexşerêyek pêwîst e û gerek bi awayekê be ku civaka navdewletî bikaribe hemû rêyên çareseriyê di warê pratîkê de cîbicî bike.”

Di vê konfransê de nûnerên Herêma Kurdistanê û kurdên êzîdî jî beşdar bûn. Konferans di bin navê “Çawa em dê rûbibûyê DAIŞê bibin” birêve çû.

Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Dr. Fûad Hisên bi nûneratiya Başûrê Kurdistanê di vê konfransê de amade bûye.

Biryar bû Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di vê konferansê de beşdar biba, lê ew neçûye vê konfransê û li şûna wî Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê beşdar bûye.

Herwiha nûnera kurdên êzîdî, parlamantera Iraqê Viyan Dexîl û nûnerê mesîhiyan jî di vê konferansê de amade bûne.

Rudaw
Top