Siyasetmedarên Bakûr daxwaz dikin Serok Barzanî bimîne
Siyasetmedarên Bakûrê Kurdistanê daxwaz dikin Serok Barzanî li ser postê Serokatiyê bimîne.
Hijmareke Siyasetmedarên Bakûrê Kurdistanê eşkere dikin ku rewşa deverê û rewşa Kurdistanê gelek hesase lewre lazime kesekî jêhatî îdareya Kurdistanê û rewşa heyî bike û ti kesek jî weke Serok Barzanî bo vê postê ne jêhatiye.
Derbarê qirîza Serokatiya Kurdistanê de ew siyasetmedarên han herwiha eşkere dikin ku lazime part û aliyên siyasî yên Kurdî bo çareser kirina qirîza han lihev bikin û bi yek dengî piştgîriya berdewam kirina dema postê Serokatiya Serok Barzanî bikin.
