Artêşa Tirkiyê welatiyekî Kurd li Serê Kaniyê şehîd kir
Welatiyekî Kurd xelkê bajarê Serê Kaniyê yê Rojavayê Kurdistanê bi guleyên Zêrevanên Sînorê Tirkiyê şehîd bû. Di dema ku wî hewil dida ku derbasî Bakurê Kurdistanê bibe.
Îro 8 Eylûlê çalakvan Xorşîd Ibrahîm ji Serê Kaniyê ya Rojavayê Kurdistanê ragihand: “Sibeha duh leşkerên Tirkiyê teqe li çend welatiyên Kurd ku jin û zarok jî di nav wan de hebûn kiribûn.. di dema ku wan welatiyan dixwestin derbasî Bakurê Kurdistanê bibin.”
Herwiha navborî ragihand: “Bi sedema teqeyên leşkerên Tirkiyê, welatiyê bi navê Hesen Silêman ku temenê wî 27 sale. Xelkê Serê Kaniyê ye demlidest şehîd bû, herwiha jinek jî birîndar bû. Leşkerên Tirkiyê 2 xort jî destgîr kirin.”
Li gorî zaniyariyan di dema derbasbûyî de bêhtir ji 20 welatiyên sivîl ji Rojavayê Kurdistanê li ser destê leşkerên Tirkiyê di dema ku wan hewil dane ku derbasî Bakurê Kurdistanê bibin şehîd bûne. Hejmarek mezin jî hatine destgîr û îşkence kirin.
Basnews
