Li wî kurdî dan û ew neçar kirin peykera Ataturk maç bike!
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê her ku diçe şer û pevçûn di navbera PKK û artêşê de gurr dibe. Li aliyekî din li bajarên mezin ên Tirkiyê hêrsa li dijî kurdan jî zêde dibe.
Duh li navçeya Seydîkemerê ya bajarê Mûglayê, kurdê bi navê Îbrahîm Ç., bi hêceta ku kincên PKKê li ber kiriye, rastî êrişa komek tirkên nijadperest hat.
Wî welatiyê kurd ku wêneyeke xwe bi kincên kurdî li ser rûpela xwe ya Facebookê belav kiribû, di êrişê de bi giranî birîndar bû.
Lê dilê tirkên nijadperest bi wê jî venehesiya û bi zaroê peykera Ataturk bi wî kurdî dan maçkirin.
Li gorî agahiyan, wî welatiyê kurd ku xelkê navçeya Sêwerekê ya bajarê Rihayê yê Bakurê Kurdistanê ye, li ser wêneya xwe ya bi kincên kurdî nivîsîbû: “Liberkirina vî kincî jî şeref e”.
Piştî ku komek tirkên nijadperest wêneya wî dibînin, bi alîkariya hev wî peyda dikin, lê didin paşê neçar dikin peykera Ataturk maç bike.
Rudaw
