DIŞIê gaza Xerdel li dijî pêşmerge bikar aniye
Terorîstên DIŞIê gaza kîmiyayî ya Xerdel li dijî hêzên pêşmerge bikar aniye.
Di vê derbarê de îstîxbarata Almanyayê eşkere kir ku piştî wenêrîn û lêkolînên derbarê bikar anîna çekên kîmiyayî ji aliyê terorîstên DIŞIê li dijî hêzên pêşmerge de, der ket ku terorîstên DIŞIê çekên kîmiyayî yên Xerdel li dijî hêzên pêşmerge bikar anîne.
Li gor daxuyaniya îstîxbarata Almanyayê, cerbandin û lêkolîn li ser xwîna wan pêşmergeyên ku birîndar bûne hatiye kirin û di encama wan cerbandinan de der ketiye ku ev pêşmerge bi gaza kîmiyayî ya Xerdel hatine birîndarkirin.
