• Thursday, 19 February 2026
logo

Serokerkanê Pêşmerge şerê PKK û Tirkiyê nêzîkî axa Herêma Kurdistanê bûye

Gulan Media September 9, 2015 Nûçe
Serokerkanê Pêşmerge şerê PKK û Tirkiyê nêzîkî axa Herêma Kurdistanê bûye

Serokerkanê Pêşmerge Ferîq Cemal Mihemed ragihand: Şerê di navbera Gerîlayên Partiya Karkirên Kurdistanê (PKK) û Tirkiyê de ziyanekî mezin dighîne Herêma Kurdistanê. Yek ji wan ziyanan ku daxwaz ji Pêşmerge tên kirin ku ew têkevin rewşa amadebaşiyê.

Serokerkanê Pêşmerge Ferîq Cemal Mihemed ji BasNews re ragihand: “Şerê PKK û Tirkiyê ziyanek mezin li Herêma Kurdistanê dike. Şerê di navbera wan de bihêztir bûye û gihaye nav axa Herêma Kurdistanê, îro kuştî û birîndar ji herdu aliyan gelek bûn. Her ne aramiyek li ser sînorên welatên derdor ziyanê dighîne me. Şerê navbera herdu aliyan de ziyanek mezin dighîne miletê Kurd.”

Herwiha navborî got jî: “Em daxwazê ji herdu aliyan dikin ku şer ji sînorê Herêma Kurdistanê dûr bixin. Ev şer ziyanê dighîne hemî aliyan.”

Ji aliyekî din ve Ferîq Cemal Mihemed got: “Bi sedema şerê me li dijî çekdarên DAIŞê li ser eniyek gelekî fireh em nikarin ti tiştî bikin derbarî vî şerî de. Ji ber Gerîlayên PKKê ew navçe girtine û jê nayên der.”

Derbarê pêwîstiya Pêşmerge bi maskên dijî madeyên Kîmawî navborî got: “Pêşmerge gelekî pêwîstî van maskane, me daxwaz kiriye lê heta niha hejmarek gelekî kêm gihaye destê Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê.”

Basnews
Top