• Thursday, 19 February 2026
logo

Cîgirê Wezîrê Dadê hat revandin

Gulan Media September 9, 2015 Nûçe
Cîgirê Wezîrê Dadê hat revandin
Cîgirê Wezîrê Dadê yê Iraqê û çend kesên pê re ji aliyê çekdaran ve hatin revandin.

Hat ragihandin, îro çend çekdarên nenaskirî êrişî karwana otomobîlên Cîgirê Wezîrê Dadê yê Iraqê Ebdulkerîm Seidî kirin û çend kesên din ku pê re bûn, ber bi cihekî nediyar ve revandin.

Duh 8ê Îlona 2015an, çavkaniyekê ji Wezareta Navxwe ya Iraqê ragihand, çend çekdaran îro li rojhilatê bajarê Bexdayê Cîgirê Wezîrê Dadê Ebdulkerîm Seidî, Rêvebirê Giştî yê Lêkolînan û 4 kesên din di bin gefa çekan de revandin.

Çavkaniyê Wezareta Navxwe ya Iraqê herwiha got, piştre çekdarên nenaskirî hemû kesên din serbest berdane û niha tenê Cîgirê Wezîrê Dadê di destî wan de maye.

Li gor gotina wî çavkaniyê han, heta niha nayê zanîn ew çekdar kî ne û ew berpirsê Hikûmeta Iraqê ber bi kuderê ve revandine û çarenivîsa wan hêj nediyar e.

Hat zanîn, Polîs û hêzên ewlehiyê yên Iraqê dest bi operasyonên lêgerîn û pişkinînê bi armanca dîtina cihê wan çekdaran û rizgarkirina Cîgirê Wezîrê Dadê Ebdulkerîm Seidî kirine.

Rewşa ewlehiyê li Iraqê û bi taybet bajarê Bexdayê gellek xirab e û rojane çendîn bûyerên ewlehiyê û teqîn li bajarên navend û paytextê wî welatî bajarê Bexdayê diqewimin.

Li seranserê Iraqê, jibilî Herêma Kurdistanê gellek bandên kuştin û revandina mirovan, bi taybetî jin û zarokan derketine û hêzên ewlehiyê hewl didin bi encamdana operasyonan rê li karê wan bigirin.

Rudaw
Top