Mehmûd Osman: Niha li Kurdistanê îstiqrar pêwîsttir e nek pêkanîna guhertinan
Siyasetvanê Başûrê Kurdistanê Dr. Mehmûd Osman di daxuyaniyekê de ji PNA re ragihand: Paşxistina civînan baştir e ji wê yekê ku civîn bên sazkirin lê ti encamek nebin yan jî bihîje binbestê.
Mehmûd Osman herwiha dibêje, paşxistina civînan dê derfetek zêdetir bide aliyan da ku bikaribin gotoûbêjên du alî, sê alî û çend alî saz bikin û herwiha gotûbêjên navxweyî di nava xwe de çê bikin da ku xwe bo civîna dahatî baştir amade bikin û pirsa Serokatiya Herêma Kurdistanê yekalî bikin.
Derbarê egerê rêkevtina aliyan li ser pirsa serokatiyê di civîna yekşembiya bê de, Osman tekez kir, eger hemû alî hinek nerm bin di helwestên xwe û xwasta wan li ser lihevkirinê jî hebe û ji hinek daxwazên xwe dest berdinj, dê gihîştin bi rêkevtinê hêsantir be.
Osman di vê baweriyê ye, civîna bê ya aliyan di roja yekşembiyê de dê baştir be.
Derbarê destwerdanên derve û bandora welatên herêmê li ser vê pirsê de jî, Mehmûd Osman ragihand: Ez bi ti awayekê ligel destwerdana derveyî de nînim di vê pirsê de û her pirseke din a navxweyî de. Çimkû ew li gor berjewendî û acendaya xwe destwerdanê di mijaran de dikin.
Derbarê hestkirin bi berpirsatiya partiyên siyasî de jî, Osman da xuyakirin,ku pêwîste hemû partî û aliyên siyasî hest bi berpirsatiyê bikin û rê bi destwerdanên derveyî nedin.
Li ser mijara guhertin di desthilatê de jî, Osman nêrînan xwe bi vî awayî anî ziman: Guhertin pêwîst e, lê di dema niha de îstiqrar pêwîsttir e û dibe ku di paşerojê de guhertin bên kirin. Niha nêrîna piraniya welatan ligel îstiqrar û tenahiya Kurdistanê ye nek encamdana guhertinan.
Biryar bû duh yekşemî 6ê Îlonê heftemîn civîna 5 alî derbarê pirsa Serokatiya Herêma Kurdistanê bê sazkirin, lê belê hat paşxistin. Hat gotin, paşxistina civînê li ser daxwaza YNKê û razîbûna PDKê û aliyên din bûye.
