Hejmara polîsên jiyana xwe jidest dan bû 14
Îro danê sibê li deriyê sînorê Dilicu ya li ser riya Îdir û Naxçiwanê, mayinek di wesayita polîsên Tirkiyê de teqiya. Di encama vê teqînê de 14 polîsan jiyana xwe jidest da.
Li gor ragehandina Tirkiyê êrîş ji aliyê gerîlayên PKK’ê ve hatiye encamdan û ji dûr ve mayin hatiye teqandin.
Heta gotin ku hejmarek polîs jî di vê êrîşê de birîndar bûne û ew gehandina nexweşxaneyan.
Hêzên ewlekariya Tirkiyê piştî vê bûyerê li herêmê dest bi operasyonê kir.
Basnews
