• Thursday, 19 February 2026
logo

Bakurî li ser sînor li dijî dorpêça Cizîra Botan kom bûn

Gulan Media September 8, 2015 Nûçe
Bakurî li ser sînor li dijî dorpêça Cizîra Botan kom bûn
Li ser sînorê Başûr û Bakurê Kurdistanê û li ber deriyê Îbrahîm Xelîl (Xabûr), bi sedan welatiyên Bakurî li dijî dorpêça bajarê Cizîra Botanê xwepêşandan kirin. Xwepêşanderan ji Barzanî daxwaza alîkariyê kirin.

Ev çend roj in dewleta Tirkiyê bi hêcetên cur bi cur, deriyê sînorî yê Îbrahîm Xelîl (Xabûr) digire û vedike. Welatiyên Bakurî yên ku li Başûrê Kurdistanê kar dikin jî nikarin derbasî Bakur bibin.

Îro derdora saet 13:00, li ber deriyê sînorî yê Îbrahîm Xelîl (Xabûr), bi sedan welatiyên Bakurê Kurdistanê, ku piranî şofêrên kamyonan û xelkê bajarê Cizîra Botanê bûn, li dijî girtina deriyê sînorî û dorpêça Cizîra Botan û operasyonên leşkerî yên Tirkiyê li dijî gelê sivîl xwepêşandan kirin û nerazîbûna xwe nîşan dan.

Xwepêşanderan da zanîn ku ji ber operasyon û rewşa awarte, gelê bajêr asê mane û di rewşeke pir xirab de dijîn.

Yek ji xwepêşanderan ku xelkê Cizîra Botanê bû, got, heta niha 7 kes ji aliyê hêzên polîs ve hatine kuştin gellek kes jî birîndar bûne lê medyaya Tirkiyê qet behsa vê yekê nake.

Xwepêşanderekî jî got, kesên ku hatine kuştin di nav kolanan de mane û kes nikare cenazeyên xwe rake. Em ji bo Cizîrê li vir kom bûne ne ji bo çûyîna Tirkiyê…

Xortekî din ê Bakurî, ku kurmamê keça kurd Cemîle bû, jî banga li Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Celal Talebanî kirin, alîkariya wan bikin. Cemîle du roj berê ji aliyê polîs ve hat kuştin û cenazeyê wê du roj bûn di qerîsekê de bû.

Ev 5 roj in bajarê Cizîra Botanê ji aliyê hêzên Tirk ve hatiye dorpêçkirin û şer û pevçûn li nav bajêr de didome…

Rudaw
Top