Emerîka çek da 3 lîwayên nû yên Pêşmerge
Berdevkê Fermî yê Wezareta Pêşmerge diyar kir ku heta niha zêdetirî 5 hezar kesan navên xwe bo wan 3 lîwayan tomar kiriye û prose jî berdewame.
Li gor zanyariyên gehiştine destê me Fermandarên Artêşa Emerîka daxwaz ji Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê daxwaz kirine ku di demek kurt de 3 lîwayên Pêşmerge ava bike. Divê Wezareta Pêşmerge berpirs û fermandarên van hersê lîwayan diyar bike. Hate zanîn ku DYE çek û pêwîstiyên leşkerî ji bo van hersê lîwayan şandiye Hewlêrê.
Berdevkê Wezareta Pêşmerge Cebar Yawer ragehand ku proseya avakirina van lîwayan berdewam dike. Yawer diyar kir ku Pêşmergeyên van hersê lîwayan li gor pisporî û şarezayiya leşkerî û herwiha perwerde û meşqên ku berî dîtine têne wergirtin. Yawer got ku ji bo diyarkirina navê berpirs û fermandarên van lîwayan jî lijneyek taybet hatiye avakirin.
Parlamenterê Parlamena Kurdistanê û Endamê Lijneya Pêşmerge Qadir Wetman jî ji BasNews re ragehand ku heta niha zêdetirî 5 hezar kesan navê xwe tomar kiriye û biryare 9 hezar kes bêne wergirtin. Wetman got ev kesên bibin Pêşmerge wê carek din perwerdeya akademiya leşkerî bibînin.
Basnews
