• Thursday, 19 February 2026
logo

Cenazeyê wê keça kurd radestî morgê hat kirin

Gulan Media September 8, 2015 Nûçe
Cenazeyê wê keça kurd radestî morgê hat kirin
Hat zanîn ku cenazeyê wê keça kurd a ku çend roj berê li bajarê Cizîra Botan ji aliyê hêzên polîs ve hatibûn kuştin, rakirine morga nexweşxaneya bajêr.

Li bajarê Cizîra Botan ê Bakurê Kurdistanê, 2 roj berê keça kurd a bi navê Cemîle Cizîr Çagirga (10 salî), ji aliyê hêzên polîs ên Tirk ve hatibû kuştin lê ji ber ku derketina derve qedexe ye, malbata Cemîlê cenazeyê keça xwe xistibûn nav qerîsekê (dolabê).

Lê parlamenterê Mêrdînê yê HDPê Mehmet Alî Aslan ragihand, îro danê sibê komek qerebalix cenazeyê Cemîlê ji taxa Cûdî ya bajêr hildan û radestî morga nexweşxaneya bajêr kirin û da zanîn, dema wan cenaze danîn nav ambulansê hêzên polîs êrişî wan kirin û gulle berdan wan.

Li gorî agahiyan, heta niha di encama şer û aloziyên Cizîra Botanê de, zarokek yek mehî, keça bi navê Cemîle (10 salî) û du xortên 19 û 21 salî jiyana xwe ji dest dane.

Ev 5 roj in rewşa awarte li Cizîra Botanê heye û heta niha jî deng şer û teqînê li wir tê.

Rudaw
Top