• Thursday, 19 February 2026
logo

Almanya 3 milyar dolar bo penaberan terxan dike

Gulan Media September 7, 2015 Nûçe
Almanya 3 milyar dolar bo penaberan terxan dike
Di beyannameke hevbeş ya itîlafa desthildar ya Almanya de hatiye ragihandin ku hikûmeta Almanya biryar daye ku 3 milay Yoru (3.35 milyar dolar) ji bo wîlayetên federalî terxan bike bo hevkarîkirin û pêşwazîkirina penaberên ku îsal gihêştine wî welatî.

Serokên itîlafê bi serokayetiya rawêjkara Almanyayê Encîla Mêrkil di civînê de li ser pirsa dayîna mafê penaberîtiyê rawestiyane û li ser avakirina xaniyên nû bo penaberan rizamendiya xwe nîşan dane.

Di beyannameya hevbeş de hatiye ku: Ji bilî 3 milyar Yoru ku ji bo wîlayetên federal û encûmenên xwecihî hatine terxan kirin, hikûmet rijde ku 3 milyarên din zêde bike û ji bo pirsa penaberan terxan dikin.

Almanya pêşbînî dike ku îsal 800 hezar penaber bighê wî welatî ku tenê di meha tebaxa borî de nêzîkî 100 hezar kes daxwaza mafê penaberiyê kirine.

Xendan
Top